Ji ser Rojhilata Navîn alaya îblîs daxînin!

Bu yazı, Tel Abyad’da direklere Amerikan bayrağının çekilmesi vesilesiyle sitemizde ilk kez 20 Eylül’de “İndirin iblisin bayrağını Ortadoğu’nun üzerinden!” başlığıyla Türkçe olarak yayınlanmıştır. Yazı Kürtçe’ye Azad Zal tarafından çevrilmiştir. Türkçe yayınlanan yazıyı buraya tıklayarak okuyabilirsiniz.

Wergera ji Tirkî: Azad Zal.*

Raya Tevgera Kurd diçe çepgiriyê, diçe kevneşopiya Mahir Çayanan. Ji ber vê jî nifşên bere yên ku nûnertiyê dikin, zimanê çepgiriyê, têgihên çepgiriyê baş dizanin. Her çi qas îro hindiktir girîngê tê dayîn ji bo wan têgihan û wî zimanî…

Di zimanê çepgiriyê de gotineke heye, dibê ku “bila ala li nava hev nekevin”. Di polîtîkayê de car heye, layenên ku pir dijberên hev in, li hev diqelibin. Di demên demborî û bi taktîkên emirkin, wekî ku Lenîn gotiğe; ‘mirov dikare bi şeytan re jî li hev bike’. Lê dîsa dibêje; ‘gelî sosyalîstan, gelî Marksîstan, gelî çepgirên hêja, divê ku di demên wiha de tu caran ala li nava hev nekevin. Ango, dema we bi awayê taktîkî bi hêzek re li hev kir, divê ku navê wan û yê we li hev nekeve, li ser navê wan divê hûn tev negerin, divê ku di hizra gel de hûn û ew nebin wek hev… Divê ku bernameyên wan ji we re nebin rêber… Ji bo ku mirov di qada siyasetê de xwe nîşan bide mirov bi ala xwe heye. Ango, nîşan xwenîşandanê ye. Divê ku tu car neyê jibîrkirin ku hevkarî bi “şeytan” re tê kirin û divê tevlîhevî çênebe. Ev hevkarî demborî ye û divê tu caran ‘ala li nava hev nekevin’.

Sosyalîst, Marksîst û çepgirên esîl, ev ê yekê ji bo di dema şoreşê de, di nava gelek merhaleyên şoreşê de tevgerên ku dimeşin re dibêjin. Mesela tevgerên proleteryayê yên şoreşger ji bo ku bi tevgerên karkeran ên reformîst re tekoşînê bide, eniya hevpar a karkeran pêşniyaz dike. Dema ku rizgariya netewî di rojevê de be, bi hin derdorên nijadperest re eniyên hevpar ên li hember emperyalîzmê pêşniyaz dikin. Heta ku digihîjin aramanca xwe ev tevger bi hev re tev digerin, mil didin hev. Lê dibêjin ‘divê ala li nava hev nekevin’. Ango, divê ku li ber çavê çîna karker, kedkar, bindest, hejar û girseyên gel bi giştî de; sînorê navbera şoreşger û reformîst, enternasyonal û nijadperest xirab nebe, li nava hev neke. Yek ji şertên ku tu yê bi “şeytan re jî hevkariyê bikî’ ev e, divê ku ala li nava hev nekevin.

DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) şeytanê mezin e. Îblîs e. Li ser rûyê vê dinyayê ji Amerîkayê paşverûtir tu dewlet tune ye. Neyarê herî mezin ê karker û kedkar û bindestan ew e. Di barbariyê de her kesê li paş xwe dihêle. Ji lew re di dema ku aboriya dinyayê ya ku bi mora kapîtalîzmê ketiye dema xwe ya paşverûtiyê de barbariya herî mezin ji bin serê wê dertê. Nebêjin “ka çawa ev dibe! Ka tevgera wahşî ya wekî DAIŞ hebe mirov çawa ji Amerîkayê re bibêje barbar!” Rastî ev e, ji ber ku di merhaleya dîrokî de, kapîtalîzma emperyalîst ketiye dema xwe ya paşverû loma ku DAIŞ derketiye. Ji ber vê yekê dayika van wahşetan Amerîka ye. Her çi qas ev DAIŞ berê çeka xwe bide wan jî ev rastî naguhere.

Di dîrokê de hinek demên awarte hene ku riyên tevgerên şoreşger bi emperyalîzmê re li hev dikeve. Ev bi awayê demborî dibe, bi taybetî jî ji aliyê leşkerî ve ev rasthatin pêk tê. Divê ku azadiya siyasî bê parastin, aliyê leşkerî ve bêyî ku dij-emperyalîstiya xwe veşêre bi emperyalîzmê re bimeşe. Ev ji bo komunîstên ku ji bo xilasiya mirovahiyê tevdigerin jî derbasdar e, ev ji bo yên ku tekoşîna netewî didin jî zêdetir derbasdar e.

Di sala 2014an de azadkirina Kobanê ji destê DAIŞê, qada azadiyê ya ku ji aliyê gelê Kurd ve hate vekirin gelek girîng bû. Di vê demê de hevkariya bi hêzên Pêşmerga re, alîkariya ku ji DYAyê hat nehat redkirin, ev tev têne famkirin. Lê divê di çavê gelê Kurd de, DYA (û Barzanî) wekî hêzeke dost neyên dîtin. Divê di çavên gelên herêmê yên din, yên wekî Tirk, Ereb, Îranî de Kurd bûne hevalê emperyalîzmê, bûne hêsîrê emperyalîzmê neyê dîtin.

Lê bi giştî li rojavayê Kurdistanê, heta li hemû bakûrê Suriyeyê bi salan rista leşkeriya DYAyê divê neyê kirin. Divê ku di dewsa Rojava de Federasyona Suriyeyê têxe pêşiya xwe û pişta xwe bide vê hevkariya bi emperyalîzmê re ne rast e. Divê ev yek neyê kirin!

Tekoşînên Netewî yên Gelan, li her deverên dinyayê, ne li ser sedemên exlaqî, li ser sedemên siyasî dema ku dahatuya xwe bi îtîfaqa bi emperyalîzmê re girê dane, em tu caran bi ser neketine. Ka ji me re nimûneyekê nîşan bikin, bi ser ketine yan na? Na xêr bi vî awayî kes bi ser neketiye! Dîroka Kurdistanê bi mînakên binketinên wiha tijê ye. Serokatiyên ku pişt dane emperyalîzmê û paşê têkçûne. Hûn rewşa Barzanî ya niha wekî azadiyê dibînin! Ma ev ne astengiya li hember azadiya gelê rojava ye. Dibe ku yekeyeke Kurdan ava bû. Ku ev yeke bibe sedema ku gelên herêmê di bin desthilatiya emperyalîzmê de binale, ev di dema dirêj de ji bo gelê Kurd jî xirab e. Niha hûn li rewşa Iraqê ya niha binêrin, hûn ê bizanibin ku em dixwazin çi bibêjin.

Li Rojhilata Navîn, mînakên çawa hene. Gelê Filîstîn xwestiye bi destê Brîtanyayê ji bin desthilata Osmaniyan rizgar bibe. Saleke din 100mîn salvegera rizgarbûna ji bin desthilata Osmaniyan a Filîstînê ye. Lê ev sed sal in ku Filîstîn di bin kedxwariyê de ye.

Dema ku te hevkariya stratejîk pêk anî, dê rojekê her tişt li nava hev bikeve. A niha ala li nava hev ketine. Ev ala, ne yên dostan in, ev ên emperyalîzmê ye! Ew alên Amerîkayê yên ku li Girê Spî bilind dibin li ser Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd wekî lekeyekê ye. Ji lew re ala Amerîkan ji bo netewa Amerîka dibe ku girîng be, lê li Rojihalata Navîn nîşaneya zilm û bindestî û wahşetê ye. Alaya Amerîkayê nîşaneya emperyalîzmê ye. Banga me li we ev e; ev ê lekeya reş ji ser Tevgera Gelê Kurd paqij bikin! Alaya îblîs ji ser Rojhilata Navîn daxînin!

[email protected]]