Belavok a DİP ê:Bila Parîs nebe Roboskiya duyemîn

Em  di vê roja zehmet de ji bo gelê Kurd sersaxiyê dixwazin, ji bo biratiya gelan , wekheviya  gelê Kurd û ji bo tayînkirina qedera  xwe emê di nava xebat û tekoşînê de bin. Bila Parîs nebe Roboskîya duyem! Bila faîl û berpirsiyarên sûîqasta Parîsê bêne dîtin û cezakirin! Bijî wekhevî û biratiya gelan! Bijî azadiya gelê Kurd!

Hêja  xwezayiya hevdîtinên li Îmraliyê, yên bi Ocalan re diyar nebûyî, li Parîsê cinayeteke hovane çêbû.Sê mîlîtanên jin ku xebatên sîyasî-polîtîk yên tevgera Kurd dikin awayeke xwinsarî hatin kuştin.Di dîroka tevgera Kurd a 30 sale de, cara yekemîn e (ji xeynê sûîkasta ne serkeftî ya li hemberê Ocalan) ku pêşengên tevgera Kurd  avayeke xwînsar têne kuştin.Ev êrîşeke nemerdane ye ku li hemberê gelê Kurd  hatiye  kirin. Ev rêbaz, di heyamên gelek xirab yên şer de jî nehatibû bikaranîn. Divê her kes vê bûyerê avayek cidî û berpirsiyar bigire dest.

 

Ev cidîyet li ba hikumeta AKP û medya ya desthilatdar nayê dîtin. Bi senaryoyeke weke ‘’bi hev re hesêbdîtina navxweyî ‘’nêzik dibe û tevgera Kurd gunehbar dike. Qaşo yên ku dixwazin şer berdewam bike, dixwazin lihevhatina nabeyna dewlet û Ocalan sabote bikin. Zarok jî bi vê senaryoyê bawer nakin. Ne aqilane ye ku di destpêka vê pêvajoyê de, şansê serkeftina mûzakereyan qet  zêde nîne û di nava vê rewşê de  şaxeke di nava PKK ê de cînayeteke ku di nava Kurdan de bibe sedema înfîalê pêk bîne.

Em her kesê dawetî cidîyetê dikin.Di dîroka vê dewletê de bi hezaran cînayetên faîlê wan ne dîyar, wenda kirin,  û  înfazên bê dadgerî  hene.Di dîroka vê dewletê de li Parîsê li hemberê Ermen an bikaranîna Abdullah Çatliyan heye.Di şûna van senaryoyên ku zarok pê naxapin bila daxwaza lêpirsîneke bê kêmasî bête kirin û ji bo ku heqîqet derkeve holê xebat bête kirin.

Partiya Karkerên Şoreşger dîtina faîl û berpirsiyarên vê sûîkastê ji bo biratiya her du gelan gelekî giring dibîne.Divê dewleta Tirk , şirîkên xwe yê NATO yê dewleta Fransa yê bibîr bîne ku ev cînayet di nava bajarê parîsê de herêmeke gelekî qerebalix û di bin çavdêriya polîsan de hatiye kirin û ne mimkune ku agahî neyên bi destxistin.Dewleta Tirk û dewleta Fransa berpirsiyare ku perdeya li ser van cînayetan rake.

Partiya me bang li rêxistinên karkeran , tevgerên sosyalîst û pêşverû, hêzên alîgirên demokrasiyê  yên li Fransayê dike, banga hişyariyê dike û divê  dewleta Fransayê di vî warê de bişopînin.Hemû hêzên civakî û sîyasî yên ku giringiyê didine biratiya her du gelen divê di şûna ku spekulasyonên wek  Îran, Rusîa û her wekê din mijûl bibin bila ji bo ku rastî derkeve holê di nava hewldanê de bin.

Em  di vê roja zehmet de ji bo gelê Kurd sersaxiyê dixwazin, ji bo biratiya gelan , wekheviya  gelê Kurd û ji bo tayînkirina qedera  xwe emê di nava xebat û tekoşînê de bin.

Bila Parîs nebe Roboskîya duyem!

Bila faîl û berpirsiyarên sûîqasta Parîsê bêne dîtin û cezakirin!

Bijî wekhevî û biratiya gelan!

Bijî azadiya gelê Kurd!

Polîtburoya Partiya Karkerên Şoreşger

 

Türkçe: DİP Bildirisi: Paris ikinci Roboski olmasın!