Partiya Karkerên Şoreşger: Ne ewiqandin, ne arîkirin(tasfîyekirin), ji pirsgirêka Kurd re çareserî!

Eşkerebûna hevdîtina nabeyna Misteşarê MİT ê Hakan Fidan û Abdullah Öcalan û serlêdana Öcalan a ku  Ahmet Türk û Ayla Akat Ata pêk anî, di nava civakê de hêviya sekinandina xwînê û çareserkirina pirsgirêka Kurd  bi xwe re şîn kir. Lê, heger mirov derdorên desthilatdariyê , weke mînak berdevkê AKP ê Hüseyin Çelik an jî şêwirmendê serokwezîr Erdoğan Yalçın Akdoğan binêre, tiştên têne kirin bi tenê ‘’çek dane berdana  PKK ye’’.Heger ev ziman ji bo pêşî lêgirtina rexneyên neteweperestan be, gelo wê gava duyemîn çawa bê avêtin divê mirov bipirse. Hûn nikarin bi xapandina aliyekî gel pirsgirêka Kurd çareser bikin.Pêşniyarên alê Kurd li ortê ne.Protokolên Öcalan yên Tebax a 2009 an hîn jî di destê dewletên de ne .Beranberê vê rewşê jî tu pêşniyarên dewletê jî nayên eşkerekirin. Heman demê de ne bi tenê raya giştî re, ji aliyê Kurd re jî tu pêşniyarek berbiçav nehatiye eşkere kirin, jixwe ev rewş ji aliyê serokê tevgerê ve jî tête îfadekirin.

Her tişt dide nîşan û me difikirîne ku ev gava hikumetê ya nû dîsa weke sala 2009 an bi politkaya ‘’vebûn’’ ê, ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo arîkirin a tevgera Kurd an jî weke sala 2011 an,  ji bo ku hilbijartin bi silametî û di nava aramiyê de derbas bibe politîkayên xwe yên ewiqandin û xapandinê pratîze dike û me wisa difikirîne.Îhtîmalek mezin ew e ku di pişt  van gavan de ev faktor hene.Faktora yekemîn ewe ku alîgirên AKP yên Kurd, her waha parlamenterên Kurd  yên AKP yî li hemberê nêzikahiya hikumetê ya li hemberê qetlîama Roboskî û  amadekariya rakirina destnedayînî(dokunulmazlık) ya parlamenterên BDP ê nerazîbunên tund nîşan dan; Rêveberiya AKP ê jî ji bo nermkirina van bertekan û ji bo ku bikaribe bêje  ‘’me ceriband, lê ew naxwazin’’vê rewşê wek taqtîkek bikar tîne.Ya duyemîn bûyerên li Sûrî diqewimin, Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd weke pirsgirêkeke Kurdistanî a çar perçeyî nabîne û ev  polîtikaya  wî di dawiyê de  li lingê wî weriyaye .Îro li Kurdistana Sûrî Kurdan bi navê ‘’Kurdistana Rojava’’herêmek xweser ava kirine. Ev herêma xweser a Kurdan astengiyeke mezin derxistiye li hemberê polîtîkayên dewleta Tirk. Tirkîye dixwaze tevgera Kurd a Tirkiyê, di şerekî ku li hemberê dewleta Sûrî pêk were de bê alî bihêle û vê yekê gelek giring dibîne.A sêyemîn ew e ku buyerên 2012 an da nîşan ku Tayyip Erdoğan ji bo makezagona ku 2013 an  li ser bingeha pergala serokatiyê bikaribe bide pejirandin û heta ku hilbijartina serokatiyê ya ku 2014 an de çêbe nikare pirsgirêka Kurd di sarıncê  de bihêle.Erdoğan  naxwaze heya dawiya 2013 an bisekine û demekî nêzikê hilbijartina serokatiyê xwe têxe rîskê, di şûna wê de dixwaze ji naha ve bandora tevgera  Kurd kêm bike û heyama pêşîyê,  bigire bin ewlekariyê.Her weha ji kar derxistina 1000 karmendên Tofaşê, berxedana wan û dagirkirina kargeha Şişecam a Topkapi ya Stenbolê, derkete holê ku sala 2013 an avisê krîzeke giran a aboriyê ye.Hikumet ji bo sala 2013 an bê qeza û bela derbas bike û li ser îhtîmala tekoşîna bi sinifa karkeran re dixwaze tevgera Kurd nerm bike û bêtesîr bihêle.Ji ber van sedeman divê tevgera Kurd, li ser prensîbên hîmên azadiya kurdan tevbigere û karker û kedkarên Tirk jî divê gelekî hayjixwe hebe û gorî wî  tevbigere.Tayyip Erdoğan dîsa weke ku referandûma 2010  an de çav bera hilbijêrên MHP ê dabû , dîsa kêm îhtîmale ku Tayyip Erdoğan berê 2014 an awayek cidî nêzikê daxwazê gelê Kurd bibe û rêkûpêktiyekî çê bike.Mirov nikare bêje hikûmeta AKP ê awayek cidî nêzikê çareserkirina pirsgirêka Kurd  dibe.

Di vê mijarê de pîvanên cidîyetê ew e ku hemû aktorên Kurd tevlê mizakereyan bibin. Weke her kes jî dibêje Öcalan ne bi tenê temsîldarê tevgera Kurd e.Ji xeynê ocalan her wekê civîna sefîran de Hakan Fidan jî gotî, Qendîl, Evropa û BDP/DTK jî hene. Lê belê di nava Qendîlê de her weke Fidan jî gotî ne bi tenê ne Kurdên tirkiyê, Kurdên Îran, Irak û yên Sûrî jî hene. Di vê rewşê de tevgera Kurd Ocalan weke sermuzakerevan  qebul bike jî, dîtin û xeyalkirina weke navenda biryargirtinê teqtîkên ewiqandinê wêdetir tiştek nîne. Ji xwe daxuyaniya Qendîl û Ewropa a hem wext dide nîşan ku îhtîmala rêvebirina pêvajoyê a bi vî rengê red dike.Heger dixwazin muzakereya aşîtiyê bi wate be divê Ocalan di hêla tevger û têkiliyê de teqez azad û serbest bikaribe tevbigere.Muzakerevanê dîl girtî nabe !Çi qas bawerîya gel jê hebe jî, keseke dîl nikare muzakereyên rêkûpêk bimeşîne.Divê Ocalan derhal bigihije mafên xwe yên tevger û temaseke azad û pêvajo divê bi vê şiklê destpê bike.Hevdîtinên nabeyna dewlet û Ocalan naha jî weke sir li ortê ye. Lê belê berdevkên AKP ê û îdeologên wan awayek bê cidiyek nêzik dibin û meseleyê weke bêçekkirina PKK digirin dest  û ev rewş nayê qebul kirin. Dewlet pirsgirêka PKK  ê ji pirsgirêka Kurd cihê digre û ev  nêzikahiya  şaş dibe sedema rijandina xwîna ciwanan a her dû alîyan.Muzakereyên ku bêne kirin divê li ser bingeha gelê Kurd cawa dixwaze xwe birêve bibe û ji bo statuyeke azad berdewam bike.Her weke ku Selahattîn Demirtaş  28 ê Berfanbarê de li Roboskiyê gotî dibe ku ev statu Kurdistana Xweser be,dibe ku Kurdistanek Federal be, dibe ku Kurdistanek Azad be.Divê teqez li ser maseya muzakereyê statuyek hebe. Çareseriya pirsgirêka Kurd  dayîna mafê statuyeke azad ku tê de Kurd bikaribin azad bijîn.

Heger ev were rojevê , ewê wê çaxê hetera bingehîn a çekberdana PKKê wê ji holê rabe.Di nava rojhilata navîn û li ser erda Kurdistanê de dema mirov bifikire,  bêçekkirina tevgera Kurd nêzikahiyeke neyênî û şaş e.Dema mirov di nava temamê Kurdistanê de difikire bêçekkirina PKK  ê tê wateya ku Berzanî bi tenê serê xwe bibe hêzeke leşgerî.Wê ev rewş tevgera Kurd hem leşgerî , heman demê de wê rêya jiholêrakirina tevgera sîyasî jî veke. Mere dikare bêje rojhilata navîn bi temamî bûye qada ji hev hesêb pirsînê. Di rojhilata navîn de her kes xwe bi çek dike. Artêşa azad a Sûrî û hêzên girêdayî emperyalizm û hêzên selefî mînakên berbiçav in.Kurdistan di nava rojhilata navîn de navendeke ku li ser rêya çar dewletên giring de ye.Ji ber vê rewşê bêçek kirina tevgera Kurd , tê wateya ku Berzanî yê ku bi temamî girêdayê emperyalîzma DYA yê bi tenê xwedî hêz bihêle û hêza tevgera Kurd a ku li hemberê emperyalîzmê sekiniye bişkîne û dengeya hêzan li hêla emperyalîstan bizîvirîne.Divê hemu hêzên antî-emperyalîst yên Tirkiyê li hemberê vê gavê bisekine. Tişta divê bê kirin ew e ku di nava statuyeke azad a gelê Kurd de hêza ewlekariyê were ava kirin.

Tu nakokî di nava berjewendiyên gelê Kurd û sinifa karkerên Tirk de tuneye. Pergala heyî herduyan jî diperçiqîne. Azadiya yekî her waha rêya azadiya ya dinê vedike.

Muzakerevanên girtî nabe, ji Ocalan re azadiya tevger û têkiliyê!

Ji bo gelê Kurd statuyek azad!

Pêdiviya xweseriya demokratîk bi ewlehiyê heye!

Bi Kurdan re aşîtî, Li hember DYA yê şer!

7 Rêbendan 2013

 

Türkçe: Devrimci İşçi Partisi bildirisi: Ne oyalama, ne tasfiye, Kürt sorununun çözümü!

Español: Declaración del Partido Revolucionario de los Trabajadores (DIP)

English: Declaration of the Revolutionary Workers’ Party: No temporizing, no liquidation! Solve the Kurdish question!