Daxuyaniya Partiya Karkerana Şoreşger: Ji bo ku Tirkiye nebe wekî Sûriyeyê em mil bidin Gelê Kurd

Erdogan û desthilatdariya AKPê ji bo ku Tirkiye veguhere rewşa Sûriyeyê gavên nû diavêje. Li Sûra Amedê qedexeya li ser kolanan digel dorpêçkirina leşkerî kete roja 20an. Li Cizîrê û Sîlopiyê ev dorpêçkirin bi ser hefteyekê ket. Operasyoneke leşkerî ku, bi çekên giran, bi tanq û helîkopteran, digel 10 hezar leşker beşdar bûye, ji aliye generalan ve tê birêvebirin. Navê viya şer e. Dewlet li hember welatiyên xwe bi artêşa xwe û bi polîsên xwe şer dike. Yên ku têne kuştin, yên ku bi navê ‘terorîstî’ têne binavkirin, her kesên ku li wê taxê ne, ciwan in, kal û pîr in, jin in, zarok in! Wekî ku bi ser welatekî din ve êrîş dibe, dewlet bing li memûrên xwe dike û dibêje ji navçeyan vekişên! Mamoste bi peyamên telefonan têne derxistin...  

Dewlet dibêje ku, heta pergala giştî bê sazkirin ew ê operasyonên leşkerî bidomin. Ev angaşt û rastî li hev nakin. Polîsên ku li ser pergala giştî têne şandin, navê ‘Tîmên Esedullah’ li xwe kirine, li kolanan diruşmên nijadperestî dinivisînin û dixwazin gel bitirsînin. Mirovan dikujin û cilên wan ji wan dikin û wan teşhîr dikin, bi dû erebeyên zirxî  ve dikin û bi erdê re dikişînin. Li hewş û baxçeyên avayiyên ku “bidest dixin” berê çekên xwe didin hewayê û berdidin. Me van kirinan di tevgerên DAIŞê de dîtibû. Tanq di nava kolanên teng de topebaranê dikin. Mirovên herêmê alên spî digirin destê xwe û dixwazin birîndarên xwe bigirin, mirîyen xwe rabikin. Li ser kolanan derketina derve qedexe ye. Gel nikare pêwistiyên xwe yên bingehîn tedarik bike. Li aliyên din jî ji erebeyên zirxî dengê merşên mehterî bilind dibe. Bi vî awayî îşkence bi gel tê kirin.

Li navçeyên ku xweserî hatiye îlankirin, di bingehê de gel berxwedana xweparêziyê dide. Xendeq û barîqat, ji bo ku xwe ji sekban û helîkopteran biparêzin li kolanan branda hatine kişandin, li van navçeyan navê jiyanê berxwedan e. Em bifikirin ku bila gelê ku li van navçeyan dijî, ji bo gavekî, bila li ber xwe nede, bila barîqatan rabike, bila xendeqan dagire, gelo ew ê kî gel biparêze, ew ê kî ewlehiya jin û ciwanên Sûr û Cizîr û Sîlopiyê bike? Ew ê dewlte bike gelo? 

Hêna nû ye. Dîlek Doganê di mala wê de kî qetil kir. Piştî ku qetil kir, got; “Me ew di pevçûnê de kuşt.” Di çapemenî û medyayê de nûçe da çêkirin û got, ew xwe kiriye bombe, lê di vîdeoyan de derket meydanê ku, ne pevçûna çekdarî û ne jî şer çêbûye, li ber xwe dan jî çê nebûye, derket meydanê ku bi awayê kêfî hatiye kuştin. Kî ew kuşt, ma dewlet nebû Dîlek Dogan kuşt? Ew dewleta ku, li Surucê ciwan ji aliye yê ku xwe kir bombe ve hatin qetilkirin, ew serê dewletê rabû got; “me ew girtiye, radestî edaletê kiriye.” Li Enqerê, bombe teqiya, qetlîam pêk hat, serê dewletê rabû got; “Heta çalakiya xwekuştinê pêk neynin em nikarin wan bigirin.” û di destê qatilan de lîste hebû, lê wan negirt, heta ku qetlîam pêk anîn. Ew dewleta ku qatilan nagire, ew rabe gel biparêze. Ew dewleta ku, polîsên bi navê Esedullah dişîne wan navçeyan û ew li ser dîwaran dinivisînin “Ku tu Tirk bî serbilind be, ku tu ne Tirk bî, bendewar be!” ew ê gel biparêze. Kî van çeteyan dişîne herêmê, dewlet e! Ew ev dewlet biparêze?

Di şert û mercên wisa de, di bin desthilatiya dewletek wisa de, helbet gel ji bo ku xwe ji mirin abi destê dewletê biparêze li ber xwe dide. Ciwan ji bo ku dayîk û bav û xwişk û birayên xwe biparêzin, j bo ku hevser û hezkiriyên xwe ji ew kesên ku dibêjin “Guro çavsor bûye, xwîn ketiye nava çavê guro” biparêzin li ber xwe didin. Ji ber wê, li ciyê ku xendeq û barîqat hene, em binerin, ne terör, parastina cewherî, xweparastin heye.

Em ji hemû gelê xwe, karker û kedkaran re dibêjin; “Tiştên ku ji aliyê medyaya ku bûye dûvikê hikûmet û AKPê ve tê gotin tev derew in û ne rast in. Nûçeya ku gotin, ‘Dîlek Dogan xwe kiriye bombe” ev çi qas rast be, ev gotinên wan jî ew qas rast in! Di dema raperîna Geziyê de gotin, li Kabataşê êrîşê jineke serpêçayî kirine. Ew êrîş çi qas rast be, ev jî ew qas rast e!

Ji bîr mekin! Li Sûrê, li Cizîrê, li Sîlopiyê, li Farqînê, li Îdilê, li Gimgimê, li Licê gel, berî ku xendeq çêbibin dengen xwe dan, şaredarên xwe helbijartin. Şaredarên ku helbijartin, hatin girtin. Berî ku barîqatan vekin deng dan, partiya xwe birin meclîsê, deng nedan partiya ku bi serê xwe bûbû desthilatdar, ji desthilatiyê daket. AKPya ku bi serê xwe nebû destiladtar, bi zorê desthilatiyê xiste destê xwe, dev ji desthilatiyê berneda. Gel parlamenterên xwe helbijartibû, hê bi sererastî neşandibû meclîsê, AKPê berê welat da nava agir, bi darê zorê helbijartineke nû li dar xist. Vî gelî li Amedê mîtîng li dar xist, ew mîtîng hate bombekirin. Hezkiroxên aştiyê li rojavayê Tirkiyeyê gihîştin hev û çûn Enqerê, li wê derê êrîşa herî mezin a komarê pêk hat, gel hat qetilkirin. 

Ji bîr metin! Vî gelî, piştî van kirin û mirin û kuştin û bombekirinan, xwe da pişt xendeqan. Bi awayekî din, ji ber ku desthilata AKPê û Erdogan polîtîkayên bi vî rengî meşandin, xendeq û barîqat derketin meydanê û gel xwe da pişt xendeq û barîqatan.

Gelê Kurd êdî bi tenê xwe naparêze, xweparastinên nake. Ev gel li hember desthilata zordar a AKPê li ber xwe dide. Ew AKPa ku welat ji bo balafir û mûşek û leşkerên emperyalîzmê re vekiriye, ew AKPa ku li Rojhilata Navîn şerê mezhebî pêş dixe, ew AKPa ku piştgiriyê dide rêxistinên mezhebçî û tekfîrciyan, ew AKPa ku penaberan ji bo polîtîkayên xwe dike halet, ew AKPa ku di hundir de laîqiyê ji hol gav bi gav radike, ew AKPa ku grevan qedexe dike, mafên karkeran dibire, bi kevçiyan dide, lê bi hesê werdigire, paşverû, neyarê karkeran, zalim e. Gelê herêmê li hember vê AKPê li ber xwe dide. Ji bo ku Tirkiye nebe wekî Sûriyeyê, ji bo mafê hemû gelen Tirkiyeyê têdikoşe. Ji bo ku em bersiva banga gelê Kurd bibihîzin, ji bo ku em piştgiriyê bidin tekoşîna wan, ji bo ku dahatuya hemû gelan reş nebe, divê ku em berpirsiyariya xwe bînin cî. Ev ne tenê piştgirî ye, berpirsiyarî ye.

Îro, ji bo ku doza Kurdî, bi tanq û top û helîkopteran, bi çeteyên ku li ser navê ‘ozel tîm’an çareser nabe. Riyeke bi vî awa yî tune ye. Divê ku ev tev demlidest paş ve bêne kişandin!  Dorpêçkirina leşkeri û qedexeya derketina kolanan divê rabe.

Wezîrê Karên Hundir, Efkan Ala û musteşarê MÎTê Hakan Fidanê ku Tîmên Esedullah, çeteyên nijadperest di nava teşkîlata polîsan de xwedî dikin bila bêne darizandin!

Heta AKP bi bin nekeve ev şer bi dawî nabe! Li hember hikûmeta ku li hember welatiyên xwe şer dike û Tayyip Erdogan têbikoşe!

Wekhevî, biratî, ji bo Gelê Kurd mafê diyarkirina qederê!

Partiya Karkerana Şoreşger

23 Berfanbar 2015

 


*Wergera ji Tirkî (Türkçe’den çeviren): Azad Zal, azadzal@hotmail.com

Gerçek'i paylaş:

Gerçek Sayılar

Öncü İşçi

RedMed logo

Kampanya Banner

Devrimci Marksizm dergisinin sayılarına ulaşmak için tıklayın

Gençlik Bültenleri

Trotskiy 75 yıl