Li hemberî “Hezkroxên Erdogan” Selahattin Demirtaş

[Werger ji Tirkî: Azad Zal, Email: azadzal@hotmail.com]

Me heta dewiyê piştgiriyê da polîtîkayên HDPê. Lê dema ku gava ewil di sala 2011an de hate avêtin em bi awayê rexnegirî tevgeriyan. Li gorî me, dema ku berî HDPê Kongreya Gelan a Demokratîk ava bû, ji bo tekoşînê, ji sê lingên xebatê yek kêm mabû. Ev sê ling; “ked-aştî-azadî” bûn û ji vana aliye “ked”ê hema bibêje bi temamî hatibû îhmalkirin, ji ber vê jî bi awayekî “qot” ava bûbû. Lê dîsa jî her çawa be jî eniyekê bû. Dema ku ji “kongrebûn”ê wergeriya “partîbûn”ê ev pirsgirêk zêdetir bû. Avbûna partiyê ji bo sosyalîstan gelek girîng e. Bernameyên cuda yên eniyan, li ser hin armancan, ji bo demên kurt dikarin bêne cem hev. Lê dema ku em bibêjin “partî” berî her tiştî ew bi xwe bername ye. Em bi vê bawer in ku; HDP li ser “demokrasiya radîkal” redkirina tekoşîna çînayetî; li ser “demokratîk modernîte”yê nedîtina dijberiya Kapîtalîzm û Sosyalîzmê ya Marksîstî; di dewsa civaka bingeha çînayetî ya Sosyalîzmê de “azadîparêziya ekolojîk, demokratîk, zayendî” dixwaze, ji ber vê jî ev bernameya hanê ne ji bo Tekoşîna Azadiya Kurdan, ne ji bo Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê û ne jî ji bo gelek kom û tevgerên ku beşdarî HDPê bûne xêrê nayne.

Digel vî awayî jî em wekî Partîya Karkeran a Şoreşger, li ser têgihiştina eniyeke yekgirtî, em bi HDPê re çi bê kirin, kîjan rê bê çûyîn, dema ku di hilbijartinan de bê pejirandin, pêwistî pê hebe li aliyê HDPê deng dayîn em hene. Hem di 7ê Pûşperê de, hem jî di 1ê Sermawezê de me ji bo deng bidin HDPê me bangewazî kir. Di nava çîna karkeran de, di nava qatên civakê yên din û ciwanan de kî guh dida me, me ji wan re got; “dengê xwe bidin HDPê”.

Lê li hember vê yekê jî em bi awayekî rexnegirî nêzikî HDPê bûn. Dema ku piştî helbijartinên 7ê Pûşperê îhtîmala ku HDP bi AKPê re koalîsyon ava bike derket meydanê em li hember vê îhtîmalê rawestiyan, bi awayê teqez me red kir. Rewşa nêtar ya navbera 7ê Pûşperê û 1ê Sermawezê bi aweyekê dostane, lê bi tundî me rexne kir.

Operasyona tasfiyekirina Selahattin Demirtaş

Lê niha li ser HDPê zoreke mezin a “Erdoganparêzî”yê heye. Di vê merhaleya hanê de nîqaşên ku di nava partiyê de têne kirin girîng in û em nikarin li hember wan bê deng bimînin. Ji lew re tê xwestin ku Selahattin Demirtaş bê daxistin û partî ber bi Tayyip Erdogan ve bê meyildan. Sûcê herî mezin ê Demirtaş ew e ku dijberiya Edogan derdixe pêş, li hember projeya wî ya serokatiyê radiweste. Her hal dem bi dem hin aliyên partiyê zorê didan Demirtaş, ku dem bi dem ji bo koalîsyona bi AKPê re hin nêzikahiyan nîşan dida. Lê xeta xwe ya bingehîn parastiye. Ya herî girîng ev e ku di vê yekê de bi israr e. Ji vir û deh roj berê ji bo rojnameya Cumhuriyetê, bi Mahmut Licali remulaqat pêk anî, di vê mulaqatê de têgihên ku bi kar anî gelek zelal in. Licali, li ser nêzikahiya “Em ê te nekin serok” dipirse û Demirtaş jî li ser vê yekê dibersivîne.

Tiştên ku Demirtaş tîne ziman eşkera ne. Demirtaş dibêje ku “em ê te nekin serok” di nava “hemû orxanên partiyê” de hatiye nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, hawê ku muxalif dibêjin ev ne nêzikahiya Demirtaş nîn e. Ev nêzikahî ne şexsî ye. Li gorî ku Demirtaş dibêje “bi tenê” ev îdîa ya kesên piştgirê Erdogan ên di nava partiyê de ne ye. Ango li ser vê mijarê, kesên ku li hember Demirtaş muxalefetê dikin hene, lê ev jî hatine tepisandin.

Licali pirsê wekî “parlamenter û rêveberên berê” dipirse, loma jî Demirtaş bi wî awayê bersivandiye. Ji ber vê yekê, em êdî dizanin ji wan parlamenterên berê yek jê, parlamenterê Culemêrgê Adil Zozanî ye. Adil Zozanî daxuyaniyekê daye rojnameyeke ku alîgiriya Erdogan dike û gotiye; “divê ku her kes piştgiriyê bide pergala serokatiyê”. Demirtaş dibêje; Adil Zozanî ji ber vê yekê “parlamenterê berê” ye. Ango, ji ber ku vê pozîsyona wî ew ji aliyê partiyê ve hatiye redkirin.

Ku mesele wisa bûna, problem nedima. Demirtaş jî ew ê vê yekê nekirana. Lê em difikirin ku mesele ne wisa ye. Ev problem ya HDPê bi giştî ya jî ya Tevgera Kurdan bi giştî ye. Pirsgirêkeke bingehîn e.

“Di nava partiyê de damara heskiroxên Erdogan”

Her wisa, di hevpeyvîna bi Cumhuriyetê re de, peyvên Demirtaş ên din dide nîşandan ku ev problem kûrtir e. Demirtaş wiha dibêje: “Di nava partiyê de, her tim damareke hezkiroxên Erdogan hebû. Ev Erdoganciyên veşarîbûn. Ji me zêdetir, ji Erdogan hez dikirin û hurmet jê re nîşan didan. Bi AKPê re têkilî danîn, heta ew difikirîn ku, mirov çi qas liber AKPê bigere ew ê problem çareser bibe.” Me vê meyla ku hem di nava HDPê de, hem jî di nava Tevgera Kurdan de heye, her cara ku xwe derxist meydanê, me ew rexne kirin, me got, ev ne ji bo Gelê Kurd, ne jî ji bo bi giştî karker û kedkaran xêr nîn e. Lê rêhevalên me her tim ji van rexneyên me aciz bûn. Niha Demirtaş bi xwe vê meylê derdixe meydanê. Bi vî awayî nîqaşeke din jî zelal dibe. Tiştên ku Demirtaş dibêje, heta dawiyê mafdar e!

Ev jî dide nîşandan ku, ev pirsgirêk bi ji lîsteyê derxistina yek ya jî çend parlamenteran nayê çereserkirin. Di nava partiyê de “damareke Erdoganparêz” heye. Ji ber ku ev nêzikahî bi çend kesan ne sînordar e, em peyva “damar”ê bi kar tînin. Heta HDP vê damarê bi bin nexe, dê Gelê Kurd nekeve riya rast. Em li ser vê damarê radiwestin. Ji ber vê damarê serê Kurdan dikeve belayê, berpirsiyar jî ev damar e.

“Demirtaş aciz e”

Mesele, ji ber hin kesên ku nebûne parlamenter nîn e. Ayşe Yildirima Rojnamegera Cumhuriyetê ya ku ji Kurdan agahiyên dirust digire, di qunciknivîsên xwe de dinivîse. Ji nivîsên wê jê jî têne der. Li gorî Yildirimê, li ser daxuyaniya Zozanî, li ser bi rojan hedefgirtina wî tu dengekî ji partiyê, ango HDPê derneketiye. Ji ber vê yekê Demirtaş aciziyên xwe nîşan daye. (“Demirtaş rahatsız [Demirtaş aciz e]”, Cumhuriyet, 17 Aralık 2015).

Di nava partiyê de hinek parlamenterên berê (Sirri Sakik, Hasip Kaplan û yd.) berê tîrên xwe dane Demirtaş û dibêjin; “Ev parlamenterên berê kî ne? Navên wan bibêje!” Hevseroka Demirtaş, Figen Yuksekdag jî, li ser vê yekê dema jê tê pirsîn wiha dibêje;

“Di hevpeyvînekê de, birêz Selahattin, ew tiştên ku gotine ji bo serokatiyê ye, li ser rejima serokatiyê ye. Wî bersiva li ser polemîka serokatiyê daye. Li ser vê yekê divê encamek giştî neyê derxistin. Dema ku encameke giştî bê derxistin xeta ye. Di wê hevpeyvînê de tê wê wateyê ku ev peyv hatiye berewajîkirin, ya jî bi awayê çewt hatiye şîrovekirin. Ji aliyê partiya me vê tu peyvekê birêz Selahattin nehatiye gotin.

Di nava partiya me de, Erdogancî, hezkiroxên Erdogan, Erdoganparêz tune ne. Berê vê jî bi tu awayî aliyekî bi vî rengî tune ye. Lê piştî hevpeyvînê, şîroveyên ku hatine kirin, nirxandinên ku hatine kirin, dide nîşandan ku bi awayê çewt nêzikahî hatiye nîşandan. Çewtiyeke din derketiye meydanê. Hem partiya me, hem jî birêz Selahattin, di kesayetiya birêz Selahattin de hemû partî, nêzikahiya partiya me hatiye mehkum kirin. Em vê nêzikahiyê li cî nabînin, û çewt e.

HDP di vê pêvajoyê de, li hember rojevên siyasî yên krîtîk û cidî  ye, her kes dizane ku em di nava tekoşîneke siyasî ya bi vî rengî de ne. Ew qas pirsgirêkên cidî û girîng hene, li ser hevpeyvînekê, di nava HDPê de avakirina dubendiyê, peyva birêz Selahattin ji bo vê dikin hincet. Em vê yekê dirust nabînin û bi awayê xirab-niyet dibînin.”

Ev daxuyanî ew ê zêdetir Selahattin Demirtaş aciz bike. Ji bo ku mirov vê nebîne, divê ku mirov kerr be.

“Pevçûneke îdeolojîk”

Di encamê de Demirtaş, Qutiya Pandorayê vekir. Di vê qutiyê de gelek tişt hene. Ji axayan bigire heta duvikên burjuvaziyê, heta Berzanîciyan, heta polîtîkaciyên îslamîstan gelek bajeneke mezin û xurt heye ku HDPê dixwaze bi du Erdogan bixe. Heta bi eşkerayî ev tê kirin û nayê veşartin.

Dema ku li van kategoriyan tê mêzekirin, di bingeha çînayetî de, aliyên îdeolojîk îfade dike. Demirtaş jî di hevpeyvîn Licali de vê yekê bi zelalî tîne ziman:

“Em ê te nekin serok’ ne tenê diruşmeke kesî ye, li ser kesekî bibe serok ya jî nebe serok nîn e. Ev formulekirina pevçûna îdeolojîk e. Li aliyekê rastgirî, neolîberal, Tirk-Îslamî û xilafetparêzî heye. Avakarê vê yekê dixwaze li Tirkiyê bibe serok. Me li hember vê pergalê; alîgiriya çepgirî, kedkarî, azadiya gelê Kurd, azadiya baweriyan, azadiya jinan û xweseriyê peşniyaz kir. Me pergaleke wiha pêş xist.”

Di vê xalê de, piştgirî dayîna Erdogan, ya jî li hember Erdogan bûyîn, nêzikahiyeke îdolojîk, siyasî û rêgezî ye. Demirtaş dibêje ku, ew li hember neolîberalîzmê, piştgiriya kedkariyê dikin. Gelek baş e. Lê dema ku vê yekê hat gotin, bi rastî jî ji bo çîna karker û kedkaran tekoşîn ew ê bê dayîn yan na. Ev tekoşîn ew ê bibe navend yan na. Ku hûn vê yekê nekin navend dê te li rê bêle, tu yê bi bin bikevî.

Hûn alîgirên Diclekentê ne yan jî yên Sûrê ne?

Ev cudabûna îroyîn li Amedê bi zelalî derketiye meydanê. Sûr li hember zext û zoriya dewletê derdikeve, li ber xwe dide, Diclekent, Metropol, vîlayên Dicle Vadiyê ji xwe re li kêfa xwe dinêrin. Ev jî Sûrê kiriye navenda berxwedanê û hêrsa bi hezaran Kurdên ku ji damara kedkariyê ne radike. Zordariya dewletê cudahiya çînayetî ya nava gelê Kurd derdixe meydanê. Li aliyekî burjuvaziya Kurd û birjuvaziya biçûk a dewlemend heye, li aliyê din jî çînên kedkar, di serî de karker û gundiyên hejar li hember tekoşîna azadiya Kurdan xwediyê pozîsyonên gelek cuda ne. Çînên kedkar xwedîtiyê li berxwedanê dikin, fedakariyeke mezin dikin. Dewlet bi ser Sûrê de çû, ev bû sedem ku li ser tekoşîna çînayetî bû destpêka têgihiştina girseyan ku helwesta çînayetî derkeve meydanês.

Di vir de Demirtaş, behsa cudahiya îdeolojîk dike. Demirtaş ji vê yekê dibêje. Li hember wê damara “Hezkiroxên Erdogan” ya ku Demirtaş îşaret dikir; di rayeka Tevgera Kurd de hêmana bingehîn karker, hejar, gundî û kedkar hene. Ev jî wekî damareke berxwedanêher heye. Dahatû di wê de razaye. Ku Demirtaş alaya vê damarê rake û li ba bike, bi rastî xeta ku pêwistiyên çîn û qatên xwedîtiyê li tekoşîn û berxwedanê dikin, di nava partiyê de bike serwer, û têbikoşe, ew ê bibe “vebûn”eke cudatir. Em ê bi vê “vebûn”ê re bin. Dema ku rêhevalên me di nava hewldanên wisa de bin em ê bi her awayî piştgiriyê bidin wan.

Gerçek'i paylaş:

Gerçek Sayılar

Öncü İşçi

Tüm kongre belgeleri

Gençlik Bültenleri