Karkerno bifermin sîyasetê, tevlê 1 Gulanê bibin !

 

Di yekê Gulanê de hemû karkerên cîhanê, roja yekîtiya navnetewî,  têkoşîn û hevkariyê wê pîroz bikin. Ev pîrozbahî di heman demê de wê bibin qadên pêşkêşkirina daxwazên çîna karkeran.Qeyrana aboriyê ya cîhanê wekê nexweşiya şewbê belav dibe. Xeleqên herî jar yekbiyek dikevin nava nivîna nexweşiyê. Pêşî Yewnanîstan, İzland, Portekîz, Îrland, di peyre Romanya, Bulgarîstan û Kibrîs di kendalê de hilweşiyan. Îtalîa, Spanya û Frensa jî li ser keviya kendalê ne.Hilweşîna yek ji mezinan dibe ku bibe sedema belavbûna Yekîtiya Ewropa a ku weke qibleya lîberalan tête nasîn.

Qeyran Tirkîyê jî dorpêç dike. Bi deynên dervayî a mezin, sistema bankayê a bi girêdayî derva, sektora înşaatê a bi pivdayî qet jî li hemberê nexweşiya qeyranê ne xweparastiye. Ji ber vê yekê sermayê li hemberê krîzê amadekariyan dike.Di serê van amadekariyan de tirpankirina mafên karkeran yên mayî heye. Bendav kişandine jêr û sendîka di bin lehiyê de hiştin.Her roj hinek zêdetir taşerontî û xebata qeyîşokî li ser karkerên bê rêxistin mayî ferz dikin. Naha dibêjin me rakiriye ser refê, lê wê derbeya mezin bi rakirina tezmînata qidemê li karkeran bixin. Lê ji bo wê dixwazin bi sîstema serokatiyê re zagona bingehîn a aboriyê jî derbas bibe. Dema sermaye amadekariya qeyranê dike, divê çîna karkeran nekeve nava rehavetê, amadekariyên xwe bike û sefên xwe zexm bike, rêxistinên xwe xurt bike.

Pivaneke navneteweyî ye. Dema qeyran hat sermaye êrîşkar dibe.Ji ber vê yekê di dîrokê de her dem şer, demên qeyranan derdikevin. Îro dengê bayên şeran ji rojhilata navîn tê.Emperyalîzma DYA û sîyonîzma Îsraîlî  bi hevkariya AKP ê şerê navxeyî a Surî nixav dike, li hemberê îranê amadekariya şer dikin. Tirkîye jî nakokîya Sunnî û şîî diafirîne û alikariya vê êrîşkariyê dike. Divê çîna karkeran li hemberê şerên nabeyna mezheban, şerê çîn î bilind bike. Yek jî qaşo pêvajoya aşîtîyê heye.Binavkirina rast a vê pêvajoyê ‘’vebûna petrolê ‘’ ye. Sermayeya tekedestî a Tirk ji bo ku bikaribe di qeyranê de berxwe bide petrola Kerkûkê dixwaze. Ji bo vê jî dixwaze xwe ji pirsgirêka Kurd xelas bike. Belê armanca wan ne aşîtî ye ne jî çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Bernameya sermayeyê jê xelasbûna pirsgirêka Kurd û mêtîngeriya herêmê ye. Ew gavên ji bo vê armancê têne avêtin  Tirkiyê û dewletên herêmê tîne lihemberê hev. AKP û Sîyonîzm bi navê qedandina êşên 30 sale  gelan kaşê macerayên bi êş û xwîn dikin.Divê çîna karkeran li hemberê van planan derkeve.

AKP û sermaye fesadiyê dixin nava aşîtî yê. Hêvî û hesreta kedkar û karkeran a aşîtîyane rehîn digire û sîstema serokatiyê û zagona bingehîn a ku dijminê karkeran e li ser çîna karkeran ferz dike.Çina karkeran nikare vê pakêta bi jehr bipejirîne.Divê çîna karkeran ji bo aşîtî û çareseriya sîyasî  înîsîyatîva xwe ya azad ava bike.Divê di şûna destên sermayeyê a bi xwîn, destên xwe yê paqij û ji dil dirêj bike.

Ew maseya ku laîkên Rojavayî û hêlên xwe yê îslamî ve sermaye , AKP, emperyalizm û sîyonizm runiştîye ne aşîtî ne çareserî ne maf ne jî hikûk tê nîqaşkirin. Planên ku razandine ser masê kar, talan û şer heye . Divê çîna karkeran kumla xwe li maseyê bixe.

AKP, CHP, MHP hemû jî partiyên patron û pergalê ne.Rizgarî ew e ku çîna karkeran xwe ji van partîyan azad bike û li ser şopa berjewendiyên xwe ve bimeşe. Ji ber vê yekê divê karker têkevin sîyasetê.Divê ji tirîbûnan dakeve qadê û lîstika tête lîstin xera bike. Kedkarên Tunus û Misrê bi hilweşandina lîstokên sedsale rê nîşan didin. Ji sîyaseta sermayê re bûyîna depoya dengan, ji şerê emperyalîzmê re bûyîna leşker qeder nîne.

Dema karker ket sîyasetê wê fatûreya krîzê bi patronan bide dayîn.Ji bo Kurdan û gelên heremê wê aşîtiya rastî bîne, ji bo qewirandina emperyalîzmê wê tekoşînê bimeşîne.

 

Pêdiviya çîna karkeran bi sîyasetê, pêdivîya sîyasetê jî bi çîna karkeran heye!

Karkerno bifermin sîyasetê, partîyê û şoreşê!

Bijî 1 Gulan ! Bijî şoreşa cîhanê! Bijî Sosyalizm!

Partîya Karkerên Şoreşger